Zextên rejîma Îranê li dijî Kurdan li Rojhilatê Kurdistanê her diçe zêdetir dibin û beşaherî zêde ji çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê di nava girtîgehên Îranê dene.
Li gor jêderên çapemeniyê ji Rojhilatê Kurdistanê, dadgeha Îranê cezaya 10 sal zîndanê daye çalakvana Kurd û Momosteya zimanê Kurdî Zehra Mihemedî.
Zehra Mihemedî beriya çend mehan ji aliyê hêzên îtlaata Îranê ve hatibû girtin û tometa ku li dijî rejîma Îranê kar kiriye xistine ser vê.
Dadgehê jî li Sineyê ev tomet qebûl kiriye û di biryara xwe de nivîsandiye; Jiber kar kirin li dijî rejîmê û ava kirina komek bo têkdana asayîşa netewî ya Îraqê Zehra Mihemedî bi 10 sal zîndanê hatiye mehkûmkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin