Di pêşwaziyê de ala herêma xwe hildan

daxwaz tê kirin Besre jî bibe herêmeke serbixwe
کوردستان TV
100%

Îro Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî serdana parêzgeha Besre ya li Başûrê Îraqê kir.

Di dema gehêştina Mistefa Kazimî bo Besreyê, hijmareke zêde xelkê vê bajarê di şûna alaya Îraqê de alaya taybet ya herêma Besreyê hildan û bi vê awayî ji Kazimî re gotin ku ev dixwazên Besre bibe herêmake serbixwe.

Hate gotin ku xelkê Besreyê li dijî serdana Kazimî ye bo Besreyê û li berdem cîhê mayîna Kazimî bi heldana alaya herêma Besreyê xwepîşandan kiriye.

Weke tê zanîn ev çend sale ku xelkê Besreyê daxwaz dike ku Besre bibe weke herêmeke serbixwe û bo vê yekê jî di salên derbazbûyî de xwepîşandan hatibûn kirin û bi dehan kes jî hatibûn kuştin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.