55 endamên HDP û DBPê hatin girtin

operasiyon li Amed û Dîlokê hatiye kirin
کوردستان TV
100%

Duhê li Amed û Dîlokê operasiyoneke mezin dijî endamên HDP û DBP hate kirin.

Li gor çapemeniya Tirkiyeyê duhê li her du bajarên Dîlok û Amedê di çarçoveya operasiyonên dijî HDP û DBPê operasiyoneke mezin hatiye kirin û di encama operasiyonê de 55 endamên HDP û DBPê ku piraniya wan jinin hatine girtin.

Ev operasiyon bo ser saziyên taybet bi jinan hatiye kirin û 55 kes ku beşek ji wan berpirsên HDP û DBP ne hatine girtin.

Polîsê Tirkiye eşkere kiriye ku kesên hatine girtin, bi awayeke nihênî kar bo PKKê kirine.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.