95 kesên din li Îraqê canê xwe ji dest dan

heta niha li Îraqê 3 hezar û 345 kes canê xwe ji dest dane
کوردستان TV
100%

Wezareta tendirostî ya Îraqê belav kir ku zêdetir ji 2 hezar kesan bi Koronayê ketine.

Wezareta tendirostî ya Îraqê duhê bi şev ragihand ku di nava 24 seatan de 2 hezar û 22 kes li Îraqê bi Koronayê ketine.

Li gor daxuyaniya wezaretê, di nava 24 seatên derbazbûyî de 95 welatî ku beriya niha bi Koronayê ketibûn, canê xwe ji dest dane.

Heta niha li Îraqê bi giştî 81 hezar û 757 kes bi Koronayê ketine û 3 hezar û 345 kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.