Li Kurdistanê 12 kesên din canê xwe ji dest dan

heta niha 352 kes jiber Koronayê canê xwe ji dest dane
کوردستان TV
100%

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbazbûyî yên Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatên derbazbûyî de li seraserê Kurdistanê bi giştî 181 welatiyên din bi Koronayê ketine.

Herwiha di nava heman 24 seatê de 12 welatiyên ku bi Koronayê ketibûn jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Niha li Kurdistanê bi giştî 9 hezar û 876 kes bi Koronayê ketine, 5 hezar û 404 kes baş bûne û 352 kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.