Li gundê Fîsê yê navçeya Licê, polîsan bi ser mala dayika 70 salî Hayriye Demîr de girtin û binçav kirin.
Polîs û leşkeran di çarçoveya operasyona li dijî jinan a Amedê de, li Gundê Fîsê yê navçeya Lîcê bi ser du malan de girtin. Gelek leşkeran bi maşîneyên xwe yên zirxî gund dorpêç kirin û bi ser du malan de girtin.
Leşkeran di dema lêgerînê de hemû alavên malan belav kirin û dayika 70 salî Hayriye Demîr di nava mala xwe de binçav kirin û birin navenda polîsan.
Mezopotamyaajansi
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin