Nunerê hikûmeta herêma Kurdistanê li Bexdayê dibêje bêyî rêkeftin li gel Kurd, Bexda aram nabe.
Nunerê hikûmeta herêma Kurdistanê yê li Bexdayê Faris Îsa diyar kir ku heta Bexda û Hewlêrê lihev nekin vê Bexda di warê siyasî û abûrî de aram nebe.
Îsa eşkere kir ku dema serdana şanda hikûmeta Kurdistanê bo Bexdayê hîn jî nehatiye diyarkirin lê diyaloga navbera her du aliyan berdewame.
Nav hatî eşkere kiriye ku hewldanên her du aliyan bo gehêştin bi rêkeftinê didomin û heta her du alî lihev nekin vê di warê siyasî û abûrî de Bexda aram nebe.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin