Li ser sînorê navbera Ermenistan û Azerbayican şer derket

2 leşkerên Azerbayicanî hatine kuştin
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên nûçeyan duhê êwarê li ser sînorê navbera Ermenistan û Azerbayican pevçûn qewmiye û çend leşker hatine kuştin.

Rayedarên Azerbayicanê diyar kirine ku duhê li devera Tovuz artêşa Ermenistanê êrîşî ser leşkerên Azerî kiriye û di encam de 2 leşker mirine û 5 leşkerên din jî birîndar bûne.

Herwiha Ermenistan jî belav kiriye ku êrîşa wan bersifdana êrîşa leşkerên Azerî bûye.

Ermenistan îdîayên rayedarên Azerbayicanê ku gotibûn leşkerên Ermenî jî hatine kuştin red kirine.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.