Komîteya reforman ya wezareta pêşmerge civiya

wê amadekariyên pêwîst di demeke nêz de werin temamkirin
کوردستان TV
100%

Îro bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî komîteya reforman ya wezareta pêşmerge civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro yekşem 12/7/2020 bi rêya telekonferansê me gerînendetiya civîna taybet ya prosesa reforman li wezareta pêşmerge kir.

Di civînê de me spasî û stayîşa rola pêşmerge ya bo parastina herêma Kurdistanê di tevahiya qonaxan de kir.

Wezîrê pêşmerge behsa pêngavên prosesa reforman ya di nava wezareta pêşmerge û pêdiviyên cîhbicîh kirin û serxistina prosesa reforman kir.

Piştî giftûgoyeke berfire li ser mijarên taybet yên reformên li wezareta pêşmerge ji aliyên beşdarbûyan ve, biryar hate dayîn daku li gor planeke demî tevahiya wan babetên ku têkildarî reformanin bi taybetî di warê  yekxistin û rêkxistina yekîneyên jimêryarî û rêkxistina heykeliyet û mîlakên wezaret, pileyên leşkerî, mijaran teqaqîdî, dosyeya şehîdan û kêmendaman li gor qanûna reforman û projeya hevbeş ya hevpeymanan û wezareta pêşmerge, werin cîhbicîhkirin.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.