Êrîşî ser karwaneke leşkerî ya Îraqê hate kirin

hevkariyên locistîkî bo hêzên Amerîkî û hevpeymanan vediguhest
چەند چەكدارێكی نەناسراو هێرش دەكەنە سەر كاروانێكی سەربازی عێراقی
کوردستان TV
100%

Duhê bi şev li Başûrê Îraqê komek çekdarên nenas êrîşî ser karwaneke leşkerî ya Îraqê kirin.

Li gor jêderên ewlekarî, duhê bi şev komek çekdarên nenas li ser rêya Dîwaniye ya li Başûrê Îraqê êrîşî ser karwaneke leşkerî ya Îraqê kirine ku locistîk bo hêzên Amerîkî û hevpeymanan yên li Îraqê vediguhest.

Jêderên ewlekarî behsa vê yekê kirine ku komên çekdar li ser rêyê kemîn danîne û di dema gehêştina karwana leşkerî de, rê li ber karwanê girtine, ajovan û leşkerên nava tirimbîlan dabezandine û pişt re jî agir bi tirimbîl û tiştên locistîkî yên di nava tirimbîlan de berdane û pişt re jî ev çekdarên han bo cîheke nediyar reviyane.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.