Duh 10 Hezîrana 2020an di encama êrîşa çekdarên rejîma Îranê de li her du sînorên Pîranşar û Çaldiranê de 5 kolber birîndar bûne.
Li gor nûçeya rêxistina Mafê Mirovan a Hengaw roja 09.07.2020ê hêzên çekdarên Îranê li sînorê Çaldiran a ser bi Urmiyên gule li karwanekî kolberan berdane û di encamê de kolberekî bi navê Ziyad Hatemî hatiye kuştin. Ziyad Hatemî xelkê gundê Gul bûye û bavê du zarokan e.
Herwaha ji aliyê din ve kolberekî xelkê gundê Nimencê ya Pîranşarê yê bi navê Îbrahîm Ebûbekir li zozanên Qendîlê bi guleyên rasterast ên hêzên çekdarên Îranê ve hat kuştin û ew jî bavê du zarokane.
Heman rojê de li sînorên Nodşe ya Kirmaşanê, Urmiyê û Serdeştê 5 kolberên din jî hatin birîndar kirin
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin