HDP’ê dest bi qonaxa duyê ya têkoşîna demokrasiyê kir

îro dest bi qonaxa duyem ya çalakiyên xwe kir
کوردستان TV
100%

Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) ragihand ku wê di têkoşîna demokrasiyê de dest bi qonaxa duyê kir.

HDP’ê di 15’ê Hezîranê de, ji Colemêrgê û Edîrneyê dest bi “Dijî Derbeyan Meşa Demokrasiyê” dest bi qonaxa yekê kiribû û di 20’ê wê mehê de li baxçê parlamana Tirkiyê ew çalakî bi dawî kiribû.

Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, parlamanter û rêvebirên wê li hewşa parlamanê civîyan û bi daxuyaniyeke naveroka bernama têkoşîne eşkere kirin.

Sancar got ku di ewê di qonaxa duyan de “Hevdîtinên Demokratîk” pêk bînin. ”Ez bang li bîragiştî û rêxistinên demokratîk dikim ku em berxwêdana xwe bilind bikin û bi hevre bibin hêzeke damezirîner.”

Parlamanterê HDP’ê Îmam Taşçier got ku ew vê care ji Enqerê destpê dikin û ewê serdana hemî sazî û rêxistinên demokratîk yên li seranser Tirkiyê bikin.

Voa

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.