Li gor rayedarên wezareta pêşmerge ya hikûmeta herêma Kurdistanê şanda wezareta pêşmerge yaku beriya çend rojan serdana Bexdayê kiribû û li gel rayedarên artêşa Îraqê civiya bû, li ser çend xalan lihev kirine.
Li gor rayedaran, di civînan de her du alî li ser ava kirina 4 komîteyên hevbeş yên leşkerî yên bo operasiyonên hevbeş lihev kirine û vê di nava çend rojên pêş de ev çar komîte werin avakirin.
Ev her çar komîte vê li Kerûk, Diyala, Mexmûr û Mûsil karên xwe bidomînin.
Hewriha biryare di nava çend rojên pêşiya me de şandeke artêşa Îraqê bi mebesta domandina giftûgoyên xwe yên li gel wezareta pêşmerge serdana Hewlêrê bike.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin