Serokwezîrê Kurdistanê li gel Jeanine Plasschaert civiya

NY vê hevkariya Îraq û Kurdistanê bike
کوردستان TV
100%

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel nunera taybet ya Sekreterê Netewên Yekgirtî li Îraqê civiya û piştî civînê jî li ser pêgeha xwe derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro sêşem 7/7/2020 me pêşwaziya nunera taybet ya Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî bo karûbarê Îraqê Jeanine Plasschaert kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê rewşa Îraq û hewldanên heyî yên bo çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî kir û ev yek anî ziman ku danûstandinên navbera her du aliyan bi armanca çareseriya tevahiya kêşeyên hilpisardî û gehêştin bi rêkeftineke li ser esasê destûra bingehîn.

Di berdewamiya civîna han de tekez li ser giringiya çalak kirina mekanîzma hemahengî û hevbeşiya ewlekarî di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê hate kirin.

Di beşeke din ya vê civînê de nunera taybet ya Sekreterê giştî yê NY bo karûbarên Îraqê Jeanine Plasschaert amadebûna xwe bo hevkarî kirina hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî bo gehêştin bi rêkeftineke giştgîr û bingehîn ya demdirêj ku cîhê rezamendiya her du aliyan û li gor berejwendiyên tevahiya welatiyên Îraqê de be diyar kir.

N: E. G

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.