Fermandarê hêzên pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo ragihand ku Şingal cîhê pêşmergeye û vegera hêzên pêşmerge bo Şingalê cîhê kêfxweşiyê ye.
Şeşo eşkere kir ku ew gelek kêfxweş bûne bi vê yekê ku wezareta pêşmerge û artêşa Îraqê li ser parastina rewşa ewlekarî ya deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê lihev kirine.
Nav hatî eşkere kiriye ku ew gotine çiyayê Şingalê bi ala Kurdistanê ve rengîne û ev çiya ti hêzeke din ji bilî pêşmerge li xwe nagire.
Şeşo daye zanîn ku li Fermandariya pêşmerge li Şingalê 4 hezar pêşmerge hen ku ser bi wezareta pêşmergeye û erkên xwe cîhbicîh dikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin