Gundekî bajarê Xaneqînê ji aliyê terorîstên DIŞIê ve hat topbarankirin
Qaymeqamê nahiya Seidiye ya bajarê Xaneqînê, Ehmed Wirgoşî ji BasNewsê re got, derengiya şeva borî terorîstên DIŞIê gundê Mercane li nêzîkî nahiya Seidiye dan ber topên hawanê.
Ehmed Wirgoşî her wiha got, top li nav zeviyan ketine ji ber wê jî ti ziyaneka canî nebûye.
Berdevkê polîsê Diyale, Nîhad Mihemed jî ji BasNewsê re got, şeva borî terirîstên DIŞIê êrişî binkeya polîs li naihya Şareban kirin lê rastî bersiva tund ya hêzên polîs hatin û reviyan
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin