Di encama şerê DIŞI û artêşa rejîmê de 50 kes hatine kuştin

balefirên Rûsî jî di şer de beşdar bûne
لە شەرو پێكدادانێكی سوپا و تیرۆریستانی داعش 51 كەس كوژران
کوردستان TV
100%

Nêrîngeha mafên mirovan ya Sûriyeyê belav kir ku di encama şerê navbera artêşa rejîma Sûriye û terorîstên DIŞIê de herî kêm 50 kes hatine kuştin.

Nêrîngehê belav kiriye ku di encama şerên 48 seatên derbazbûyî li ser sînorê navbera Îraq û Sûriyeyê di navbera artêşa Sûriye û terorîstên DIŞIê de herî kêm 50 kes ji her du aliyan hatine kuştin.

Çavkaniyê eşkere kiriye ku di nava 48 seatên derbazbûyî de li sê navçeyên cuda cuda yên Sûriyeyê de weke Hims, ser sînorê navbera Îraq û Sûriyeyê û devera Badiye, herî kêm 50 kes ji her du aliyan hatine kuştin.

N: E. G

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.