Îraq ser operasyonên leşkerî yên Tirkiyê hişyarî dide Enqerê

dibêje emê bijardeya abûrî li dijî Tirkiye bikar bînin
کوردستان TV
100%

Berdevikê wezareta derve yê Îraqê Ahmed El Sahaf duhê got ku ew dikarin li pêş Civata Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî gilî li dijî Tirkiye tomar bike, ger Enqere dawî bi operasyonên xwe yên li bakurê welêt neyîne.

" Sahaf got :Em hemî awayên operasyonên yekalî red dikin ku serwerîya me binpê dikin. Me bi daxuyaniyeke şermezarkirinê destpê kir û em dikarin bi wergirtina piştgiriya Yekîtiya Erebî û Rêxistina Hevkariya Îslamî (OIC) hewlên xwe xurt bikin û Tirkiyê li pêş Civata Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî gilî bikin,”.

Sahaf da zanîn ku Bexda jibo gotûbêjkirina operasyona Tirkiyê, serlêdana Yekîtiya Erebî kiriye ku cîvîneke awarte pêk bîne.

Wî bal kişand ku hikûmeta Îraqê bona sekinandina operasyonên Tirkiyê, pêdaçûnê li ser bijareyên xwe yên ser peywendiyên bazirganî û aborî yên bi Tirkîyê re dike

Voa

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.