Korona li Kurdistanê jî her diçe zêdetir belav dibe û rêkarên xweparêziyê jî berdewamin.
Li gor zaniyariyên berdest, ektera Kurd Aware Kerkûkî jî ev çend roje bi Koronayê ketiye û di nava mala xwe de xwe qerentîne kiriye.
Hate zanîn ku rewşa tendirostî ya Aware Kerkûkî niha başe.
Aware Kerkûkî xelkê Kerkûkêye û ev demeke dirêje li Silêmanî nîştecîh bûye.
Nav hatî di nava çend filmên sînemayî û çend şanoyan de beşdar bûye û rolên curbicur lîstiye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin