Duhê çekdarên spaha pasdaran êrîşî ser Şiwanekî kirin û ew birîndar kirin.
Peyamnêrê Kurdistantvê yê li devera Balakatê diyar kir ku duhê, înê li zozanên gundê Wêze ya ser bi Balakatê, çekdarên ser bi spaha pasdaran, êrîşî ser Şiwanekî kirine û ew birîndar kirine.
Ev Şiwanê han yê ku temena wî 15 sale, navê xwe Helwest Îsmaîl Meleye û di dema çerandina pezên xwe de rastî êrîşî çekdarên spaha Pasdaranê hatiye li li ling û çend cihîn din yên laşê xwe birîndar bûye.
Nav hatî bo dermankirinê ji bo nexweşxaneya Hewlêrê hatiye veguhastin.
Weke têzanîn hefteya derbazbûyî pasdarên Îranî li devera Maredo ya li Qendîlê jî êrîşî ser pezan kiribûn û hijmareke zêde pezên xelkê kuştibûn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin