Şeva derbazbûyî balefirên Tirkiyeyê dever bordiman kirine.
Li gor zaniyariyên berdest şeva derbazbûyî balefirên Tirkiyeyê derdorê seat 9ê şevê derdorê gundên Bêrkim, Deraw û zozanên Sinîn, Robî û Wurwal bordiman kirine.
Di vê derbarê de birêveberê nahiyeya Sîdekan Îhsan Çelebî ji Kurdistantvê re ragihand ku bordiman li nêzî reşmala (konên) şêniyên deverê bûye lê heta niha zirarên vê bordimanê nehatine zanîn.
Weke tê zanîn artêşa Tirkiyeyê jiber hebûna PKKê bi berdewamî deverên sînorî yên Kurdistanê û cîhên xelkê sivîl bordiman dike.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin