Maduro ji nûnera Yekîtiya Ewrûpa dixwaze ku ji Venezuela derkeve

dibêje ev kîne ku dixwazin bi gef kirinê zextan li me bikin?
کوردستان TV
100%

Serokê Venezuela Nicolas Maduro ser toleyên Yekîtiya Ewrupa (YE) yên dijî sîyasetvanên welatê wî bertek nîşan da.

Maduro da zanîn ku ew dixwaze ku nûnera YE ya li Venezuela Isabel Brilhante Pedrosa heta 72 saetan ji Venezuela derkeve.

 ‘’ Maduro got : Ew kî ne ku dixwazin bi gefan li ser me zextan çêkin? Emê di 72 saetan de çareser bikin, bo here ewê firokek were dayîn û emê karên xwe yên bi YE’ê re çareser bikin.’’.

Wî da zanîn ku YE li ber Serokê Amerîka Donald Trump ‘’serî ditewîne’’

Rêvebiriya Maduro hewil dabû ku rêberê rikeberîyê Juan Guaido ji seroktîya parlamana neteweyî dûr bixe û li ser vê YE dijî 11 sîyasetvanên Venezuela tole ragihandibûn.

Di nav wan 11 sîyasetvanan de, Luis Parra heye ku Maduro piştgiriya wî dike û ew bo seroktîya parlamana neteweyî jî hatibû hilbijartin.

Li gor daxuyaniya YE, Parra bi awayekî qanûnî nehatiye hilbijartin û Guaido, ku di hilbijartinên meha Çileyê de hatibû hilbijartin, serokê rêwa ye.

Hêjayî bîrxistinê ye, Guaido ji alîyê Amerîka û 50 dewletên din ve wek serokê demkî yê Venezuela tê nas kirin

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.