Macron: Tirkiye li Lîbyayê tawanan dike

dibêje Tirkiye li Lîbyayê tawanan dike
کوردستان TV
100%

Serokomarê Fransayê ragihand, Tirkiye berpirsiyariyeke dîrokî li ser tawanên li Lîbyayê hildigire û tekez kir, tişta ku Tirkiye li Lîbyayê dike, nayê qebûlkirin.

Serokê Fransa bi tundî êrîşî Tirkiyê dike û dibêje, Tirkiyê destwerdanê di karûbarê Lîbyayê de dike û pêgeha xwe ya serbazî li welatî bihêz kiriye

Serokê Fransa Emmanuel Macron di konferanseke hevbeş de li gel Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel derbarê destwerdanên Tirkiyê di Lîbyayê de got, Tirkiyê çekdarên cîhadî ji Sûriyê birine Lîbyayê û diyar kir, ev yek tawan e ji bo aliyekê ku endamê NATOyê be.

Macron got: Tirkiye bi destwerdanên xwe û şandina cîhadiyan bo Lîbyayê, berpirsyariyeke dîrokî hildigire.

Macron got: “Niha Tirkiye bi awayekê berfireh şerkerên cîhadî ji Sûriyê ve birine Lîbyayê, ew jî berpirsyariyekî dîrokî û herwiha tawan e bo welatekê ku jê re tê gotin endamê NATO

Weke tê zanîn jiber kêşeyên Rojhilata Behra Spî jî nakokî di navbera Franse û Tirkiyeyê de hene û Franse Tirkiye bi aloztir kirina rewşa deverê û çê kirina kêşeyan tawanbar dike جkirina kêşeyan tawanbar dike.

wanbar dike.

nakokî di navbera Franse û Tirkiyeyê de hene û Franse Tirkiye bi aloztir kirina rew û çend caran jî franse diyar kiriye ku vê li gel NATOyê behsa wan mijaran bike daku li hember Tirkiyeyê helwesteke hevbeş were raberkirin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.