Li Hewlêrê zêdetir ji 60 ton goşt û xormayên ekspayer hate ji navbirin.
Qayîmiqamiya navendî ya Hewlêrê belav kir ku duhê duşem, tîmên taybet yên kontrol kirin û venêrîn kirina bazarê, karîne dest bi ser zêdetir ji 60 ton goşt û xormayên ekspayer de bigirin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ev goşt û xormayên han di nava enbarekê serdxaneya navbera Hewlêr û nahiyeya Xebatê de bûye û goşt û xorma ji derveya Kurdistanê hatibûn hawirdekirin.
Tîmên han piştî destbiser kirina wan tiştan, ev şewitandine û ji nav birine.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin