Di nava 6 mehan de 13 operasiyon hatine lidarxistin

dibêje rixmî operasiyonan lê DIŞI hîn jî çalake
کوردستان TV
100%

Fermandariya operasiyonên hevbeş yên Îraqê dibêje heta niha 13 operasiyonên mezin dijî DIŞIê lidar xistine.

Duhê bi şev fermandariya operasiyonên hevbeş yên Îraqê di presskonferansekê de ragihand ku ji destpêka sala 2020an ve heta dawiya meha Hezîranê, li seraserê Îraqê bi giştî 13 operasiyonên mezin li dijî DIŞIê hatine lidarxistin û derbên dijwar li terorîstan hatine dayîn.

Li gor Fermandariyê, rixmî wan operasiyonan lê hîn jî li hin deverên Îraqê terorîstên DIŞIê çalakin û liv û tevgerên xwe zêdetir kirine lewre operasiyonên li dijî DIŞIê jî vê berdewam bin.

Weke tê zanîn liv û tevgerên terorîstên DIŞIê li deverên sune nişîn û navçeyên Kurdistanî yên dagîrkirî di wan demên dawî de gelek zêdetir bûne.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.