Jiber Koronayê heta niha zêdetir ji 500 hezar kesan canê xwe ji dest daye

hijmara herî zêde ya miriyan li Amerîka û Brazîlê hatiye tomarkirin
کوردستان TV
100%

Hejmara kesên bi vîrusa korona jiyanên xwe ji dest dane 500,000 derbaz kir.

Li gor agahiyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 501,897 kes bi vîrusa korona mirine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî 125,804 kes bi wê jiyanên xwe ji dest dane.

Li dû Amerîka, bi pirtir ji 57,000 mirinên ji vîrusa korona Brezîlya, li dû wê jî bi pirtir ji 43,000 mirinan Brîtanya tê.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Agahiyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 4,641 kes bi vîrusa korona jiyanên xwe ji dest dane

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.