13 nûjdarên Îraqî canê xwe ji dest dane

heta niha 775 nûjdar bi Koronayê ketine
کوردستان TV
100%

Sendîkaya nûjdarên Îraqê amara nûjdarên ku jiber Koronayê canê xwe ji dest dane belav kir.

Li gor daxuyaniya sendîkaya nûjdarên Îraqê heta niha 775 nûjdarên Îraqê di dema derman kirina berketiyên Koronayê de bo xwe bi Koronayê ketine.

Sendîkayê eşkere kiriye ku ji wan heta niha 13 nûjdar canê xwe ji dest dane.

Weke tê zanîn heta niha li Îraqê zêdetir ji 45 hezar kes bi Koronayê ketine û nêzî 2 hezar kesan jî canê xwe ji dest daye.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.