Hêzên Ewlekariya Hindirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, piştî şopandin û xebatên istixbaratî torek a MÎT’ê ya 6 kesî (2 ji wan jin) rûxandin.
Hêzên Ewlekariya Hindirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, piştî demek dirêj ji şopandina teknîkî û fîzîkî û di encamên agahiyên istixbaratî de tora 6 kesî ya girêdayî MÎT’ê (Rêkxistina Istixbarata Netewî ya Tirkiyê- Türk Milli İstihbarat Teşkilatı), rûxandin.
Hat zanîn ku endamên MÎT’ê yên di encama operasyonên li bajarên cuda de hatine binçavkirin, ji bo cihê fermandarên QSD’ê tespît bikin, koordînatên navendên ewlehiyê derxin, xebatên sîxurkirinê û bi taybet jî di nava ciwanan de xebatên madeyên hişbirê û fuhuşê bidin meşandin, hatine şandina herêmê.
Hat diyarkirin ku lêpirsîna endamên MÎT’ê yên bi navên, Canê, Şîlan Elî Ehmed, Eymen Bedredîn Ehmed, Elî Necîp Omer, Hesen Abdulhemîd Murad û Mihad Hadî Hiso, didome
Anha
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin