Li Sûriyeyê 6 çekdarên din yên Îranî hatin kuştin

êrîş li gundê Ebas pêk hatiye
لە هێرشێكی ئاسمانیدا ژمارەیەك چەكداری ئێرانی كوژران
کوردستان TV
100%

Di encama êrîşekê de li Rojhilatê Sûriyeyê hatine kuştin.

Di vê derbarê de nêrîngeha mafên mirovan ya Sûriyeyê belav kir ku şeva derbazbûyî balefirên şer yên ku tê payîn balefirên Îsraîlî bin, li gundê Ebas ya li Ebûkemalê ya ser bi Dêra Zorê li ser sînorê navbera Sûriye û Îraqê êrîşî ser navendeke artêşa Sûrî û çekdarên Îranê kirine.

Li gor daxuyaniya han di encama êrîşê de 6 çekdar ku ser bi Îranê ne û xudan nasnameyên Sûrîne hatine kuştin.

Weke tê zanîn di dawiya hefteya derbazbûyî de balefirên Îsraîlî li Rojhilatê Hemayê jî êrîşî ser çend navendên leşkerî yên Îranê kiribûn.

N: E. G

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.