Huşiyar Zêbarî: Operasiyonên Tirkiyeyê metirsîdarin

dibêje gotinên wan derbarê Mûsilê de mirov dilgiran dikin
کوردستان TV
100%

Wezîrê berê yê derve yê Îraqê Huşiyar Zêbarê derbarê operasiyonên Tirkiyeyê de huşdarî dide.

Wezîrê berê yê Îraqê û endamê mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê Huşiyar Zêbarê li ser twitera xwe peyamek derbarê operasiyonên Tirkiyeyê de belav kiriye.

Zêbarî nivîsandiye: Operasiyonên Tirkiyeyê yên ku li dijî PKKê li deverê de têne kirin, hîmayeke metirsîdarin.

Zêbarî herwiha nivîsandiye: Operasiyên vê dawî yên li devera Zaxoyê pêşhateke cidî û metirsîdar ya jeopolîtîke.

Zêbarî eşkere kiriye ku gotin û daxuyaniyên rayedarên Tirkiyeyê yên derbarê zindî kirina eyaleta Mûsilê de dilgiranî li cem mirov çê dikin.

N: E. G

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.