Êwara roja pêncşemê der dorê seat 5ê êwarê du balefir ku yek ji wan bêpîlot û ewê din jî F16 bûye, êrîşî ser seyrangeha Kone Masî ya ser bi Silêmanî kirin.
Di encama êrîşa han de welatiyek ku tê payîn çekdar bûye canê xwe ji dest daye û 6 welatiyên din jî ku du zilam, du jin û du zarokên birîndar bûne.
Birîndar bo derman kirinê bo nexweşxaneyên Silêmanî hatine veguhastin û tê gotin ku birîna yek ji jinên birîndar girane.
Tê gotin ku balefirên han balefirên Tirkiyeyê ne û êrîşî ser endamên PKKê kirine.
Herwiha di encama êrîşa han de zirarên mezin bi tirmbîlên welatiyan ku li deverê bûne ketine û du dikan jî ku 5 metre dûrî cîhê bûyerê bûne rastî zirarên mezin hatine û yek ji wan du meşekan ku hatine avêtin ketiye nava yek ji wan dikanan.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin