Di nava 10 seatan de 10 welatî canê xwe ji dest dan

her diçe hijmara kesên ku jiber Koronayê canê xwe ji dest didin zêdetir dibe
کوردستان TV
100%

Cîgirê birêveberê tendirostiya Silêmanî Ebdula Ehmed huşdarî daye şêniyên Silêmanî û ragihand ku amara berketî û miriyên Koronayê, hîmayeke gelek metirsîdarin.

Ebdulah Ehmed herwiha eşkere kir ku lazime şêniyên Silêmanî û derdorê gelek baldar bin û gelek bi hûrî û kûrî li ser rêkarên xweparêziyê rawestin jiber ku amarên berketiyên Korona û kesên ku jiber Koronayê canê xwe jidest dane, gelek zêde bûne û hîmaya metirsîdariye rewşa heyî ne.

Nav hatî herwiha eşkere kir ku di nava 10 seatan de ji seat 2 şevê heta 12ê nîvroyê li Silêmanî bi giştî 10 welatî ji ber Koronayê jiyana xwe wenda kirine.

Ji aliyeke din ve birêveberatiya tendirostiya Gerimiyanê jî ragihand ku nîvroya îro du welatiyên din yên ku beriya niha bi Koronayê ketibûn canê xwe ji dest dane.

Herwiha îro danê sibê li Seyid Sadiq jî 2 welatiyên din canê xwe ji dest dane û bi vê awayî îro heta nîvroyê bi giştî 14 welatî canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.