Îro pêncşem li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya wezîrê berevanî yê Îraqê Cume Enad Sedûn kir.
Di civînê de wezîrê berevanî yê Îraqê silav û rêzên Serokwezîrê Îraqê gehande Serok Barzanî û bi awayekî kurt behsa rewşa siyasî û ewlekarî ya Îraqê û metirsiyên terorîstên DIŞIê li parêzgehên navenda Îraqê kir.
Di berdewamiya civînê de tekez li ser zêdetir kirina hemahengiya navbera Hewlêr û Bexdayê bo rûbirû bûna terorê û bihêztir kirina çanda bihevre jiyan hate kirin.
Di dawiya civînê de Serok Barzanî hêviya serkeftinê bo wezîrê berevanî yê Îraqê xwest.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin