Li Makû Kolberekî din hate kuştin

di nava mehekê de 30 Kolber bûne qurbanî
کوردستان TV
100%

Çekdarên rejîma Îranê li sînorê Makûyê êrîşî ser Kolberên Kurd kirine.

Li gor zaniyariyên ku ji aliyê nêrîngeha mafên mirovan Hengawê ve hatine belav kirin, şeva derbazbûyî çekdarên rejîma Îranê li sînorê Makû li derdorê gundê Segrêk êrîşî ser Kolberên Kurd kirine û di encam de Kolberek bi navê Qasim Serbaz canê xwe ji dest dane.

Nav hatî xudanê du zarokan bûye.

Li gor zaniyariyan di nava vê mehê de bi giştî 30 kolber bûne qurbanî ku 28 ji wan jiber êrîşên rejîma Îran û Tirkiyeyê bûne qurbanî û 2 Kolberên din jî jiber teqîna mînan bûne qurbanî.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.