Balefirên Îsraîlî çend navçeyên ser bi Hemayê bordiman kirin

zirarên êrîşê nehatine eşkerekirin
کوردستان TV
100%

Çapemeniya Sûrî belav kir ku şeva derbazbûyî balefirên şer yên Îsraîlê çend navçeyên ser bi parêzgeha Hemayê bordiman kirine.

Anjansa nûçeyan ya fermî ya Sûrî SANA belav kir ku şeva derbazbûyî balefirên şer yên Îsraîlê çend navendên leşkerî li her du navçeyên Sebûra û Selemiye li Rojhilatê bajarê Hemayê bordiman kirine.

Çavkanî derbarê zirarên bordimanê de ti zaniyarî nedane.

Weke tê zanîn Îsraîl beriya niha jî çend caran êrîşî ser navendên leşkerî yên Îran û çekdarên ser bi Îranê li Sûriyeyê kiribû.

N: E. G

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.