Komîteya operasiyonên rûbirû bûna Koronayê ya li Hewlêrê ragihand ku tîmên ser bi komîteyê berdewamin li ser çavdêrî kirina cîhbicîh kirina rêkarên xweparêziyê li cîhên giştî de.
Li gor daxuyaniya han, di çarçoveya çalakiyên wan tîman de, di nava hefteyekê de bi giştî 577 cîhên giştî yên ku rêkarên xweparêziyê cîhbicîh nekirine, hatine daxistin.
Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku lazime xudanên tevahiya cîhên giştî rêkarên tendirostî bicîh bînin û rê nedin wan kesan ku rêkarên tendirostî cîhbicîh nakin serdana wan cîhan bikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin