Îro şanda danûstandinkar ya Kurdistanê bi Serokatiya Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê Qobad Talebanî ber bi Bexdayê ve birê ket.
Şanda Kurdistanî ku duhê li gel Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiya bû û behsa naveroka diyaloga xwe ya li gel rayedarên Bexdayê kiribû, îro bo dîtina çareseriyeke mayinde bo kêşeyên heyî yên di navbera her du aliyan de ber bi Bexdayê ve birê ket.
Biryare li Bexdayê şanda Kurdistanî çend civîn û hevdîtinan li gel rayedarên Îraqê pêk bîne.
Weke tê zanîn beriya çend rojan Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî bi heman mebestê serdana Bexdayê kiribû û li gel tevahiya rayedar û aliyên siyasî yên li Bexdayê civiya bû.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin