Şeva derbazbûyî çekdarên Hûsî bi balefirên bêpîlot êrîşî ser Siûdiyeyê kirine.
Koalîsyona Erebî bi serkêşiya Erebistana Siûdî li Yemenê îro ragihand ku bersiva firokeyên bêpîlot ên bombebarkirî ku Hûsiyan ber bi Erebistana Siûdî ve şandine, da.
Berdevkê fermî yê Koalîsyona Erebî serbaz Tirkî Malikî got hêzên koalîsyonê 8 firokeyên bêpîlot ên bombebarkirî ku Hûsiyan şeva berê şandibûn, xistine xwarê û ji nav birine.
Vê sibehê 3 moşekên balîstîk ji parêzgeha Seide ber bi Erebistana Siûdî ve berdan, her wiha hêzên hevbeş ên Koalîsyona Erebî bersiva 2 moşekên balîstîk ên ber bi bajarê Necran û moşeka din a ber bi Cîzan ve da.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin