Hejmara pêketiyên Korona 9 mîlyon kes derbaz kir

Amerîka yekem û Berazîlya jî duyeme
کوردستان TV
100%

Li gor agahiyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 9,015,582 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan bi qasî 2,300,000 e.

Li dû Amerîka bi pirtir ji 1 mîlyon pêketiyan Brezîlya, li dû wê jî bi 591,000 pêketiyan Rûsya tê.

Jiber vîrusa korona li Amerîka 120,225, li Brezîlya 50,591 û li Brîtanya 42,731 kes jîyanên xwe ji dest dane.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Agahiyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê pirtir ji 84,000 kes bi vîrusa korona ketine û 4,639 kes bi wê jiyanên xwe ji dest dane

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.