Sibe şanda danûstandinkar ya Kurdistanê diçe Bexdayê

Kurdistan bo çareser kirina kêşeyan amadeye
کوردستان TV
100%

Îro şanda danûstandinkar ya Kurdistanê bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civînek lidar xist û piştî bi dawî hatina civînê jî Serokwezîr li ser pêgeha xwe ya fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro duşem 22/6/2020 bi rêya telekonferansê me gerînendetiya civîneke taybet bi danûstandinên li gel hikûmeta federal kir.

Di civînê de me derbarê encamên danûstandin û çareser kirina kêşeyên helpisardî li gel hikûmeta federal li ser esasê destûra bingehîn kir û gehêştin bi encam û rêkeftin bo dabîn kirina maf û şayisteyên destûrî yên herêma Kurdistanê.

Di civînê de me tekez li ser vê yekê kirk u em amadene bo çareser kirina kêşeyan bi awayeke hertimî li gel hikûmeta federal û cîhbicîh kirina pêbendiyên xwe yên li hember dabîn kirina maf û şayisteyên destûrî yên herêma Kurdistanê daku bigehêjin rêkeftineke giştgîr ku tê de erk û berpirsiyartiyên her aliyek hatibin diyarkirin û ji aliyê her du aliyan ve hatibe erêkirin.

Di berdewamiya civînê de me balkêşande ser vê yekê ku çareser kirina kêşeyên heyî yên di navbera her du aliyan de li berejwendiya tevahiya welatiyaên Îraqê deye û faktereke giringe bo dabîn kirina aramî li deverê de.

Di civînê de biryar hate dayîn daku şanda bilind ya herêma Kurdistanê bi Serokatiya Cîgirê Serokwezîr sibe roja sêşemê 23/6/2020 serdana Bexdayê bike.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.