Civata wezîran çend biryar derbarê mûçeyê de der kir

tenê bo mehekê ev biryar tên cîhbicîhkirin
کوردستان TV
100%

Îro civata wezîran ya herêma Kurdistanê bi Serokatiya Serokwezîrê Mesrûr Barzanî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr li ser pêgeha xwe ya fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsandiye;

Îro yekşem 21/6/2020 bi rêya telekonferansê me gerînendetiya civîneke taybet ya civata wezîran ya herêma Kurdistanê kir û di civînê de me giftûgo derbarê rewşa darayî ya niha ya herêma Kurdistanê û hewlên hikûmetê yên bo dabîn kirina mûçeya mûçexorên herêma Kurdistanê kir.

Piştî ku civata wezîran bi mebesta bilez dabîn kirina mûçe û şayisteyên darayî yên mûçexorên herêma Kurdistanê çend civîn lidar xist, bi rêya nirxandina tevahiya eger û derfetan û bi liberçav girtina dahata niha ya ku li berdestê wezareta darayî û abûrî deye, ku li hember xerciyên mûçe û şayisteyên mûçexoran kêm aniye, lewre bi mebesta xwe goncandin li gel kêm anîna han, ku sedemên vê jî vedigerin bo ne şandina para bûdceya herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta federal ve û herwiha bandora Koronayê, ku li seraserê cîhanê belav bûye.

Ev yek hevdeme li gel dabezîna buhayê petrolê, civata wezîran ya herêma Kurdistanê rixmî ku rêzdariya xwe bo têgehêştina mûçexoran bi taybetî nûjdar û karmendên tendirostî kudi vê rewşa dijar de di eniya pêş ya rûbirû bûna Koronayê û herwiha hêzên asayî,pêşmerge, diyar dike, piştî lêkolîneke hûr û kûr ev briyar hatin dayîn.

Yekem

A-dabîn kirina ji sedî 79ê xerciyên mûçe û şayisteyên darayî yên mûçexorên tevahiya wezaret, dest û aliyên ku ne ser bi wezaret û tevahiya Serokatî û dezgehên herêmê.

B- ragirtina dabîn kirina ji sedî 21ê bûdceyê ku dimîne ji aliyê wezaret û aliyên têkildar, bi awayekî dadmend li ser tevahiya mûçexoran tê cîhbicîhkirin bi liber çav girtina zêde û kêm bûna şayisteyên darayî yên mûçexor.

c- xerc kirina sedî sed ya şayisteyên darayî yên kesûkarên şehîd, girtiyên siyasî, kêm endam û xudiyên pêdiviyên taybet û ev mûçexorên ku şayisteya darayiya wan ji 300 hezar dînaran kêmtire.

D- xerc kirina tenê ji sedî 50ê şayisteyên darayî yên pîwerdarkiriyên bi xizmetên giştî û pileyên bilind û pileyên taybet li( serokatiya herêmê, serokatiya parlemen, Serokatiya civata wezîran û Cîgirên wan, endamên parlementoyê, wezîr û ewin ku di pileya wan dene, şêwirmendên wezaretan ewin ku di pileya wan dene, ewin ku mûçeya şêwirmendê wezaret wer digirin û xudan pileyên taybetin, endamên civata dadweriyê, dadgeha pêdeçûnê, tevahiya dadweran, endamên dozgeriya giştî, tevahiya wan kesên ku li gor cedwela karpêkirî ya mûçeyê, mûçe û dermaleyên her du pile bilindin benda A û B werdigirin li ser mîlaka medenî û leşkerî, civata û dezgeha asayîş û hêzên asayîa navxwe).

E- ev biryarên han wan kesan jî didin ber xwe ku bi wan pile û erkan hatine teqawîdkirin anjî piştî vê biryara han tên teqawîdkirin.

Duyem

A- lazime wezareta darayî û abûrî rênimayiyên darayî yên pêwîst bo asankarî kirin bo cîhbicîh kirina wan biryaran der bike.

B-mekanîza ku di nava wan biryaran de hatiye diyarkirin demkiye û tenê bo mûçeya vê carê ye ku tê dabeşkirin.

C-tevahiya wezaret, dest û aliyên nebestî bi wezaret û tevahiya Serokatî û dezgehên herêma Kurdistanê tevahiya wan biryaran di çarçoveya rênimayîyên wezareta darayî û abûrî de bi liber çav girtina şîretên tendirostî dema dabeş kirina mûçeyan cîhbicîh dikin.

Sêyem

Pîwerdar kirina şanda bilind ya danûstandinkar li gel hikûmeta federal bi gehêştin bi encamek di çarçoveya dabîn kirina şayisteyên darayî yên herêma Kurdistanê.

Çarem

Pîwerdar kirina wezaret û aliyên têkildar bo wergirtina rêkarên pêwîst bo cîhbicîh kirina proje qanûna reforman ya hijmara 2 ya sala 2020an ku di destpêka meha Temûzê de dikeve meriyetê.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.