Duhê artêşa Îranê bi tundî çiyayê Çil Çeme ya li Merîwanê bordiman kir.
Li gor zaniyariyên berdest, duhê şeme spaha pasdaran ya Îranê bi kopter û topxaneyan çiyayê Çil Çeme ya di navbera Merîwan, Seqiz û Dîwanderê yê de topbaran kiriye.
Ajansa Kurdpa belav kir kuspaha pasdaran şêniyên gundên deverê jî hayedar kiriye û ji wan re gotiye kes nikare biçe zozanên deverê anjî pez û sewalên xwe bo lewerandinê bibe wan deveran jiber ku her gav mimkune hin tişt biqewmin.
Hate zanîn ku jiber topbaranê rixmî zirarê ku bi jîngeha deverê ketiye hevdem xeta internet û elektirîkê ya deverê jî hatiye qutkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin