Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku duhê serdana Bexdayê kiribû, her duhê çend civîn û hevdîtin li gel rayedarên Îraqê pêk anî.
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Serokkomar, Serokwezîr,Serokê parlementoyê û nunera Sekreterê Netewên Yekgirtî yê li Îraqê jî civiya û biryare îro jî li gel serokê tevgera Hikme, Emar Elhekîm bicive.
Di civîna xwe ya li gel Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî de, Nêçîrvan Barzanî giftûgo li ser çareser kirina kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê li ser esasê destûra bingehîn ya Îraqê kirin û çawetiya rûbirû bûna metirsiyên nû ku rastî Îraqê dibin nîqaşkirin.
Her du alî tekez li ser vê yekê kirin ku hevkarî û hemahengiya navbera Hewlêr û Bexdayê bo rûbirû bûna wan metirsiyên ku dikevin berdem Îraqê giringe.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin