Nêçîrvan Barzanî û Mistefa Kazimî di civînê dene

vê giftûgo li ser çareser kirina kêşeyên heyî bkin
کوردستان TV
100%

Piştî ku îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel her du Cîgirên xwe serdana Bexdayê kir û ji aliyê Serokkomar û rayedarên din yên Îraqê ve hate pêşwazîkirin, pişt re Serokê herêma Kurdistanê dest bi civîn û hevdîtinên xwe yên li gel rayedarên Îraqê kir.

Li gor zaniyariyên berdest, piştî civîna li gel Serokkomar, Nêçîrvan Barzanî li gel Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî jî civiyaye û civîn kêliyek beriya niha destpê kiriye.

Herwiha tê payîn ku Nêçîrvan Barzanî li gel Serokê parlementoya Îraqê jî bicive.

Di wan civînan de giftûgo li ser çareser kirina kêşeyên heyîn yên di navbera Bexda û Hewlêrê de tê kirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.