Rejîma Îranê ciwaneke din yê Kurd bi eşkence qetil kir

bi eşkenceya îtlaatê hatiye kuştin
کوردستان TV
100%

Li gor zaniyariyên berdest, ciwanê Kurd xelkê bajarê Ciwanro di encama şekence kirina endamên îtlaata Îranê li girtîgeha Kirmaşanê canê xwe ji dest daye.

Di vê derbarê de ajansa Kurdpa li ser zarê kesûkarên ciwanê Kurd yê bi navê Xelîl Moradî belav kir ku, Xelîl Moradî yê ku Xwendekarê dermansaziya zanîngeha Kirmaşanê bû, di dema xwepîşandanên Îranê de ji aliyê Îtlaatê ve hatibû girtin.

Ev çend meh bû kes ti zaniyarî li ser Xelîl Moradî bidest nedexist û rê nedihat dayîn daku kesûkarên vî jî serdana vî li girtîgehê de bikin.

Lê beriya du rojan îtlaata Kirmaşanê malbeta Xelîl Moradî agehdar kiriye ku Xelîl Moradî di encama bûyerekê di nava girtîgehê de canê xwe ji dest daye.

Jêderên hayedar behsa vê yekê kirine ku Xelîl Moradî ji aliyê îtlaatê ve hatiye eşkencekirin û di bin eşkenceyê de canê xwe ji dest daye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.