5 welatiyên din canê xwe ji dest dan

aliyên têkildar huşdarî didin xelkê pêbendî şîretên xweparêziyê be
کوردستان TV
100%

Birêveberatiya giştî ya tendirostiya Silêmanî ragihand ku îro pêncşem li Silêmanî 5 welatiyên din canê xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniya tendirostiya Silêmanî, ev 5 welatî beriya niha bi çend rojan bi Korona ketine û li nexweşxaneyan de dihatin dermankirin lê îro jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Hate zanîn ku 3 ji wan welatiyan li Silêmanî, yek li Kelar û yeke din jî li Helebceyê canê xwe ji dest dane.

Weke tê zanîn ku ev çend roje ku Korona li Kurdistanê gelek bilez belav dibe û heta niha bi wan 5 kesan ve, bi giştî 81 kes canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.