Welatiyek di bordimana Tirkiyeyê de canê xwe ji dest da

li zozanên Kêleşînê hatiye şehîdkirin
کوردستان TV
100%

Birêveberê nahiyeya Sîdakan Îhsan Çelebî ji Kurdistantvê re ragihand ku duhê nîvro welatiyeke medenî ku şiwan bûye, di encama bordimana balefirên Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye.

Îhsan Çelebî eşkere kir ku ev welatiyê han, şêniyên gundê Batas ya ser bi Herîrê ye û dema xwestiye pezên xwe li zozanên Kêleşînê biçirîne, ber bordimana balefirên Tirkiyeyê ketiye û canê xwe ji dest daye.

Termê vî şiwanî heta direngiya şevê li cîhê bordimanê bûye û pişt re ev terim hatiye dîtin û bo nexweşxaneya Sîdekan hatiye veguhastin.

Weke tê zanîn ev çend roje Îran û Tirkiye jiber hebûna gerîlayên PKKê deverên sînorî yên Kurdistanê bordiman û topbaran dikin û duhê jî wezareta berevanî ya Tirkiyeyê eşkere kiribû ku leşkerên wan li devera Heftenînê dest bi operasiyona bejahî li dijî PKKê kirine.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.