Wezîrê tendirostî yê hiûkmeta Kurdistanê Dr. Saman Berzencî ragihand ku mixabin jiber pêbend nebûna xelkê bi şîretên tendirostî yên xweparêziyê ji Koronayê, Korona gelek bilez li Kurdistanê belav dibe.
Saman Berzencî eşkere kir ku sist bûna welatiyan di pêbend bûn bi şîretên tendirostî bûye sedem ku Korona bi awayeke bilez li seraserê Kurdistanê belav bibe ku ev jî destpêkeke metirsîdare.
Berzencî herwiha anî ziman ku eger xelk pêbendî şîretan nebe, vê demê rojane bi sedan kes bi Koronayê bikevin û bi dehan kes jî canê xwe ji dest bidin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin