Îraqê noteya nerazîbûnê da Tirkiyeyê

daxwaz ji Tirkiyeyê kiriye tiştên wisa dubare neke
کوردستان TV
100%

Wezareta derve ya Îraqê belav kir ku bo protesto kirina bordimanên duhê yên Tirkiyeyê balyozê Tirkiyeyê yê li Bexdayê bo wezareta derve hatiye vexwandin.

Li gor daxuyaniya wezareta derve ya Îraqê, balyozê Tirkiyeyê bo wezareta derve hatiye vexwendin û Îraq bordimanên duhê yên Tirkiyeyê şermezar kiriye û ev yek weke binpê kirina zagonên navnetewî û serweriya Îraqê bilêv kiriye û daxwaz ji Tirkiyeyê kiriye ku careke din tişteke wisa dubare neke û rêz ji serweriya Îraqê bigire.

Îraqê herwiha noteya protestoyê daye Tirkiyeyê.

Weke tê zanîn şeva yekşem ya vê heftê Tirkiye bi zêdetir ji 20 balefirên F16 pêgehên PKKê li Şingal, Mexmûr, Qereçox û Qendîlê topbaran kiribûn.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.