Li Kurdistanê 7 kesên din canê xwe ji dest dan

heta niha 54 kes canê xwe ji dest dane
کوردستان TV
100%

Wezareta tendirostî ya hikûmeta herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê amarên Koronayê de belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatên derbazbûyî de li Kurdistanê 166 kes li seraserê Kurdistanê bi Koronayê ketine û 7 welatiyên din jî canê xwe ji dest dane.

Li Hewlêrê welatiyek canê xwe ji dest daye û 32 welatî jî bi Koronayê ketine.

Li Silêmanî 127 welatî bi Koronayê ketine û 6 welatî jî canê xwe ji dest dane.

Li Dihukê 2 û li Gerimiyanê jî 22 welatî bi Koronayê ketine.

Heta niha li Kurdistanê bi giştî 2 hezar û 473 kes bi Koronayê ketine û 54 welatî jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.